Sersale gellê Kurdistan û Cîhanê Pîrozbe
Salekî dîtir me pişt xweda hişt gellê meyî hêja û cefekâr, xwendewanên brêz . Nav ew saleda ji gellek pêşkewtin û herwiha paşkewtin warê xwe û nasandina welate meda qewîmin. Gellê Kûrd herçiqas zilmek gellek giran serda hebe jî merheleyakû hati gellek pîroz û qedre. Destkewtinên Başûr û herwiha tevlihevîyen kû li Bakûr diqewimin dibin sedemkû gellê me yekemin mijare nav ew dewletên dagirker û dostên wana da cîh bigre. Dijminên gellê Kûrd sala 2009′anda wek sayên har dîn bûne, erişên wan derweyî qanûnên mirowayatîyene û bê exlaken. Xeyrî ji ew dakirkeran xwe qetandin tû çareserî warê başkirina mafê gellê meda çenabe. Em ew bawerîya xwe her kat (dem) diparizên. Em wek gellê Kûrdistan li gel dost û brayên xweyî Asurî, Ermeni kû wana Gulên Baxçe welatê mene bin siberekî demokrasixwazda kanên ew kerdizana berbi Asya Navin paşwa bişinin, anji wana li ser esasi nirxên mirowayetî perwerde bikin, bakil bikin. Her çiqas mijara politik rojana xwe biguhere, ewro şûnda tû wendayîyekî me Kurdan nîne, nabe, çenabe. Dibe gellê me sebr û bawerîya xwe ji roja azadî û serkeftinere qet winda neke.
Em kesên kû jibona welatekî azad û mafê gellê me xwe fida kirine bîrtinin û xwedî derdikevin. çi gerilla dibe çi welatparêzeki ji teref dijminda hatîye qetl kirin, her hemû bi şehîdbûna xwe bingeha hebûn û serfirazîye nav welatê meyî brîndar Kurdîstan’eda diçînên.
Em ji nav sala 2010 û pêşda ji gellê mera serkeftin û welatek azad dixwazên. Ji hemû Nivîskar û xwendewanên mera spas dikin kû rojane wextê xweyî gring nav Malpera meda derbas dikin, bi rexne û pêşnîyarên xwe mera rêk vedikin.
Saleki serkefti û pêşkevtî ji me hemîyanra…..
Her bijî Kurdistan’a mezin.
Parastinnews .
31.12.2009
Sîrove (1)
سنة سعيدة و كل عام و أنتم بخيرمع كل ا لمتمنيات
Siirt Gündemi emekçileri olarak 2010 yılının barış ve kardeşlik getirmesini ve her şeyin gönlünüzce olmasını dileriz.
Em wek birêveber û karmendên Malpera Siirt Gündemi ê sala nûh ya 2010 an bi dil û can pîroz dikin. Em hevîdarin ku sala 2010 ji bo gel û welatê me, ji bo cihanê, ji bo we û malbata we bibî saleke aramî, xweşî, başî û bextîyarî yê. Bi hêvîya salên serketî. Li gel rêz û silavên me.
Senetûl sêni mubarek. Senê bil xeyr, bil sulh, bil sàadê û bil sîhha.
Shnorhavor Nor Dari