Kela Hawaran yan dastana jan û berxwedanê
Kela hawaran çaremîn roman a nivîsevan û helbestvanê Kurd Zeynel Abidîn e piştî pirtûkxana Kurdî bi romanên Binefşên Tariyê, Gireva Stêrkên Vemirî û Bigrî Hevalxemilandî. Weke piraniya xwendevanan di zanin û vî nivîsevanî dinasin û berhemên wî yên çapkirî û wergerî xwendine.
Zeynel Abidîn mîna dengekî taybet û xwedî dîtinek hûr û kûr di salên 1980 yan û virde hatiye nav qada çanda Kurdî û di destpêkê de mîna piraniya nivîsevanên Kurd wek helbestvan hate meydanê û her zû karî cihek taybet ji xwe re di nav mêrga çanda Kurdî de bigre û bo cara yekem dîwaneke
helbestan li bajarê Enqerê weşand bi navê Stran Digotin eve berheme tev bi zimanê Kurdî ye û ji hîngê were nivîskar bi zimanê xwe yê şirîn zimanê Kurdî dinivîsîne û pişt daye nivîsandina bi Tirkî, wek tê zanîn piraniya nivîsevanên Kurdên Bakur bi zimanê Tirkî dinivîsin û car caran jî bi zimanê Kurdî di nivîsin, lê Zeynel Abidînî ev dualiye berdaye û bi carekê pişt daye nivîsîna bi Tirkî û bi vê yekê jî ranewestaye û mêrga berhemên xwe bi peyvên gişt diyalektên gulistana zimanê Kurdî xemlandine û efrandinên xwe pê petrome dike û jivî layîve ferhenga peyvên wî gelek dewlemend bûye û kariye bi vî rengî berhemên xwe bike mêrga bêhindana gişt peyvên Kurdî yên xwedî nazikî û rêka yekgirtina zimanê Kurdî xweş dikin û ew peyvên bûyne wirdên (duayên) pîrozên gişt nivîsevanên Kurd, mîna peyvên azadî, aştî, huner, rojev, serxwebûn, berxwedan, herêm, perwa, sopas yan spas, dîmane, giştgîr, aso, arste, ast, aburî, pêşmerge û peyvên din. Ya giring ji vê bikar anîna peyvên cihên xwe di gişt dîyalektên Kurdî kirî, riya yekgirtina zimanî xweş dikin û rêka asayî bûna zimanê Kurdî yê nivîskî bêy kutekî û şerenîxên pasewanên dîlektên Kurdî û bi tagîriya dîyalektekê yan devoka bajarekî ku ev şerenîxe me ji qada zanistiya zimanî dûr dikin û ziyanê di bexşîte hebûna pir rengiya çanda me û dîroka çandî bo naverasta sed saliya 19 an ve di gerînin û hezar saliya hebûna çanda Kurdî di tewizîn in, weke bo her dîrokvanekî xweyaye ku yekemîn helbestvanê Kurd Ziradeşt e û wî şîretên xwe bi helbestî nivîsîne û navê GATA yan GATAN lê kirine û ew rêbaza Ziradeşt girtî û şûnde ev helbeste bûne mîna taybetmendiyeke balkêşa gişt helbestvanên Kurd û Pîrê Şaliyar û Babe Tahirê Hemdanî û Feqîr û Qewalên Olê Yezîdiyan û ev rêbaze xwe berdewam dike û li ba helbestvanê paye bilinden mîna Mehwî (1830-1906) û Mela Ehmedê Nalbend (1890-1964) xwe gehandiye pila here bilind û ev rengê helbestan di gişt helbestên wî de xweya dibe û di helbesta Beyta Nesîhetan de digehite here bilindiya xwe.
Taybetmendiyek e gelek balkêş di nivîsên nivîskar Zeynel Abdîn de heye; ew jî bi curetiya wiye û bê pakiya wiye di hilnijartina mijarên nivêsînê de û vê taybetmendiyê we kiriye ku her mijarek çi siyasî be yan civakî be yan jî ramanî û hizirî be, gelek bi wêrekî helwesta xwe dide nîşandan û li gor agehdarî û pêzanîna min hey li ser romana Kurdî kesekî berî vî Nivîskarî qala peywendiya hevaletiya di navbera keç û lawkan de bi awayek vekirî ne kiriye û ew peywendî digehine radê pêkve raketinê û dibine hevalên hev yê hevgiyanî anku sekes kirin ku di tîtalên (adetên) Kurdî de ev yek taboye û nabe ev peywendiye di navbera keç û lawikan peyda bibin û eger peyda bû, hîngê akamên gelek dil tezîn dihêne rojevê û li cihê wê şahiyê xwîn di herik e. Lê Zeynelî kolmek livê taboyê daye û wesa bi xwendevanî aşina kiriye û kiriye karek asayî (normal) û ev peywendiye daye hez kirinê û belku di romana Binefşên Tariyê û Debigrî Heval de ev peywendiye daye pîroz kirin û banga rastiya peywendiyên civakî daye û wesa rewş şirove kiriye ku tenê di hizra azad de mirov dikare efrandinê bike û birastî wiloye û ew kesên di hizra xwe de ne di azad bin qet çaverêy efrandinê ji wan nahêt kirin çunku werar û gohertin tenê ji kaniyên hizrên azad û tabo nenas dizên.
Nivîskar her li ser şopa xwe ya berê û bi wêrekî û bê xwedane paş ji rastiyê hatiye pırtûkxana Kurdî û bi efrandineke nûh dewlemend kiriye û vê carê jî her bi romanê hatiye nav mêrga baxê çanda Kurdî û em bi romaneke mijar gelek taybet û balkêş xenî kirine bi romana Kela Hawaran û her ji navî diyare mijareka bijan û kul wê rastê me bihêt. Mijara romanê zîndane û ji xwe navê zînadanê hatin her tiştî dide xweya kirin û rêka şirove kirinê kurt dike. Zîndan ev tûka lanetî û gelek bi gerdena mirovê Kurd aşina û malofî (jê ve nebûn) û ji zarokan bigre heya kalemêrên heştê salî û gelek caran gişt malbat dagîrkerên hov rapêçî zîndanên tarî kirine û ji her mafekî mirovî hatine bê bahir kirin. miletek di kawedanek hosan de bijît, evcar çawan zîndan nabe sere kaniya efrandinan û nabe xwedî texlîtê (rengeke) wejeyeke taybet û navê wêjeya zîndanê lê nahêt kirin.
Zîndan û Wêjeya Kurdî
Zîndan û Kurd du peyvên li hev gelek di aşinane û zîndanê cihekî gelek taybet di dîroka wêjeya Kurdî de girtiye û piraniya helbestvanên me ewên li sed saliya bîstan de jiyayn bûne mêhvanên wê û derd û cefa û zor û işkencên dagîrkeran kişandine û her ji ber vêyekê ye ew azar û êş bûne hêvên efrandinên Kurdî. Eger çî mijara me wê bibe rexne li romana Kela Hawaran lê di xwazim hinekî li ser wejeya zîndanê rawestim û pêşengên wêjeya Kurdî û ew kesên xwe kirîne şemalik di riya gerden azadiya Kurd û wêjeya Kurdî de xwe şewitandin e û ew azar û cefa bo me bi peyvên keser soj di nav ristên wêjeya Kurdî de afirinadine.
Piraniya helbestvan û nivîsevanên Kurd mêhvanî zîndanê bûne û di koncên tariyên zîndanê de helbestên nazik û paye bilind afirandine û waye seydayê Cigerxwîn (1903-1984) li roja cejnê de di konceka tariya zîndana dewleta Soriya de hawar dike û li kêfxweşiya cejnê di meyzîne û di bêje:
Cejne îro dilxweşin, herkes li wan pîroze cejin
Pel ji dara di weşandin, (wê li min bahoze cejin)
Li herkesî cejine lê li helbestvanê me bahoze û bahoza işkence û berjêrkirin û bêpar kirin ji mafên mirovayetî û kesiye û bi dilekî pir şewat Seyda dibêje:
Doz û daxwaz min ji cejnê şadî û azadiye
Jar û dîlim, bendewarim, sare lew bê doze cejin. ( Cigerxwîn, ŞİÊR- 2, berper 110.)
Her li ser dews û şopa Seydayê Cigerxwîn helbestvanê şoreşger û nûxwaz Fayîq Bêkes (1905- 1948) di zîndanê de bang li Kurdistanê dike û dibêje qet xema nexwe û ev zordare bi hemû rengên lêdan û işkencên xwe nikarin evîna te ji dil û canê min der bêxin û belku ev yek pitir min li ser doza xebat û berxwedanê rijd (micid) dike û hizra Kurdewariyê gortir û bi evîntir lê dike û dibêje:
Ey Weten meftunî tum û şêwetim bîr kewtuwe
Weqtî bendî û esaret, pê be tewq û kotewe
Min lezîkir û fikrî tu xafik nebûm wa tê negey
Hebis û tê heldan û zîlet tuy le bîr birdutewe
Ta dawiyê li Kurdistanê bang dike û dibêje û sûnd dixwe:
Şerte şertî piyawetî bê, ger Xuda destim bida
Dojmint pet kem weku seg bîxime jêr pêtewe.
( Dîwanî Bêkes, çapa sêyemîn, Çapxana Heyderî sala 1366î hetwî, berper 7).
Bêminetî û xweragirî di zîndanê yek ji teybetmendiyên gişt helbestvan û nivîsevanên Kurd e û belku gelek helbestvan mîna xwendingek e xebat û fêrbûnê lê mêze dikin û helbestvanê şoreşgerê mezin û parêzerê mafê karker û cotkarên Kurd Qan’i ( 1898-1965) ê nemir di zîndana şahê gor begor bûyî de li Tahranê mîna şêreke birîndar lê yê gelek bi cerg û berxwedarkar rû dike dojminan û di qêre nav çavên wan û di bêje:
Bokî azadîm ewê, xwênim xenes bo dest û pêy
Helqe helqey pêwenim, bo pil pile û lerzaneye
Gerçî dojmin wa ezanê min bedîlî lal ebim
Baş bizanê koncî zîndanim (qotabîxaneye)
Bîrî azadîm lezîndana firawantir ebê
Qor beser ew dojmine, hîway be bendîxaneye. (Dîwanî Qan’i, çapa duwem, berper 254).
Herwesa helbestvanê helbesta Kurdî nûjen kirî û ji eroza Erebî rizgarkirî û kêşa xomaliya Kurdî kêşa dengan kirî şengeste bo helbesta Kurdî û herwesa mijarên helbestê bi yekcarî guhertîn, serkêşê nûxaziya helbest û ramana Kurdî mamostayê gorbehişt Ebdulla Goran (1904-1962) jî mîna piraniya helbestvanên me di koncên zîndanên dagîrkeran razaye û zor û cefa ji destê wan kişandiye û lê wekî sexleta her Kurdekî giyanê berxwedanê û xwe ragiriyê her bi roja dihêne cîhanê xwe ragirtin û berxwedanê bi xwer dihînin û qet fêrî radest bûn û ser çemandinê nabin û her li berxwe didin Goran rû dike dagîrkeran û dibêje:
Ejdehak! Zîndanit qela- qelaye;
Dîwarî konkirêt, dergay polaye
Bang li dagîrkeran dike û gelek bi bê minetî dibêje:
Taw eden tenorî demarî Kawe
Ew çekoş weşêney role kojrawe
Exroşê û ecoşê û komel yek exa,
Her helsa û ebînî zîndanit roxa. ( Dîwanî Goran, berper 268)
Jibilî xwe ragirîü berxwesan û bawerî bi serkeftinê di helbesta Bestey Nebez da digehite astê here şoreşgêrî û fedakariyê û zîndane weke xwendingeh û dibstana xebatê dizane û hîç zor û lêdan nijare bîr û bawera wiya şoreşgerî bi hingêve yan xulole bike û piştrast dibêje:
Min ew dîlem le zîndanî tarîka
Hetwî bîr ronak eka berçawim;
Benaw hezar helqey dawî barîka (zirav)
Qefî zincîr epiçrênê hengawim!
Û dîsan li dawî peyameke gelek bihêz dide dagîrkeran û dibêje:
Min serbazî amncêkêm: pîroze,
Fîdakarî rêgayekim: bê gerde ( pak, rohin)
Rencêk edem rencî piyawî dilsoze,
Le rêyeka bê bak (bê minet, bêpak) emrim: rêy merde! ( Dîwanî Goran, berper 270).
Merema min jivê kurte rohin kirinê ewe bêjim ku wêjevanên Kurd di zîndanên dagîrkeran de qet lezekê jî xwe ji rûmeta gelê xwe nedaye paş û bi wêrekî û bi giyenek e şêran e bersinga her core işkence û nexweşiyan giritin e û ew hest û giyanê Kurdperwerane bi peyvên xwe yên dilşewat û dilînî şa berhemên xwe nivîsîne anku wan şa siwaran hestên xwe bi helbest nivîsîne û ev renge wêje cihekî taybet di dîroka wêjeya Kurdî de girtiye û lê nivîsîna romanê ku mijar gişt zîndan be û her ji destpêkê ta dawiya romanê û ew hovetiya di pişt wan dîwran de dihête meşandin û rengê berxwedan û lehengiya wan xweşmêran bibe mijar û rûdan gişt li pişt wan dîwaran rû didin weke roman li dor pê zanîna min hê kesekî ev karê pir bi wate û raman ne nivîsiye. Eger çî zîndan weke mijar di gelek rengên din yên wêjeyî de cihê xwe girtine û weke me li jor mînakek jê girtî ku helbest û helbestvanên di zîndanên dagîrkeran de hestên mirovê zîndan kirî anîne ziman û kevalek ji wê dojeha bi şûrhên bilind pasewan kirîn bo me bikêşin û me di gel xwe bibene nav wê cîhana berjêr kirin û hovetî de. Anku wêjeya Kurdî bi gelek texlîtên wejeyî evcar çi gotar bin yan pexşan û şano û helbest bin zîndan kiriye mijar lê roman heta nuha weke ez dizanim çi kesekî bivî rengî ku mijar gişt zîndan be û herwesa gişt rûdan li wir destpê bike û li wir bi dawî bihên tenê romana Kela Hawaran e ya. Ev romane dibe yek ji nexriyên wêjeya Kurdiye û cihekî taybet wê bo xwe di nav pırtûkxana Kurdî de bigre.
Romana Kela Hawran ji weşanen HAN e sala 2009 ê û ev romane ji şeş pişkan pêktê û xwe di nav 319 laperan de cih digre û rûdan bi piranî di zîndana Amedê de rûdidin û demê romanê gelek yê dirêje anku di navbera 1981 ta 1983 û divê demê de pir guhertin di nav zîndanê de çêdibin û rewşa zîndaniyan di vî demî de bi dilsozî û bi hesteka Kurdane ya bê tagîrî kevalekî gelek bijan dikêşe û wan nemiran carek din bo me sax dike (bi rastî nemirin û di hesta her Kurdekî xûdan rûmet de dijîn) û kanê çewan giyanên xwe yên pakrewan di xizmeta gelê Kurd û doza wiya bi jan de xwe kirine qorban û çewanê ew hovetiya dagîrkeran li ser xortên Kurd meşandîn û rengê berhingar bûna wan pakrewanan ku li bin sîbera dirûşma Berxwedan Jiyane karîn hîm û şengestê dewleta dagîrkera Tirk jibin de bi leqîn in û rûmeta serxebûna Kurdistanê bi parêz in û vî rengê xebatê anku Berxwedan Jiyane bikine wirdeka pîroz û gelê Kurd nazan pê bike.
Nivîska bi xwe şahidê wan karestan û zor û çavsoriya hêzên dagîrkeran e û bi wan lehengan re li dijî dujminan di berxwedanê de bûye û lew wesan bi giyanek e bê tagîrî û hizrî (Aydologî) kariye kevalekê rasteqîne bo xwendevanan bikêşe û mirovî bibe wê cîhana her tişt lê hey lê tenê mirovatî lê ne. Ev romane romana kesr û berxwedanêye û xwendina wê mirovî di hejîne û hestên mirovî di bişêve û mezinya mirovî û şiyanên mirovî û bersiva mirovî bo wan kirêtî û berjêrkirin û daqotana mirovî ji her sinc û rûmetekê ye, werin pêkve biçîne nav cîhana vê romana pirî kesr û êş.
Detpêkeke Bijan
Yek ji hîmên serke yên romanê detspêk e anku vekirina dergehê mijara serekye û ew romanên destpêka wan di gel mijara sereke de peywendiyeke tekoz û girêdayî wê mijarê nebe romanên hejar û tevnê wan yê sist û lawaze û belku gelek rexnegirên mîna James N. Frey bi roman nizane û dibêje; ew nivîsîn e lê qet nabe roman, tu dikarî navê pexşanê lê bikî lê navê romanê lê nahête kirin!
Bigiştî destpêk yan kilîta dergehê romanê bingehek û şengisteke serekeye ya romanê û ev kilîte dergehê mijarên romanê bo mirovî vedike û rê xweş kirina xwendinê ye û her ev xaleye sernica mirovî bo xwendinê dikêşîne û dibe rehbera xwendinê. Eger bi vî awayî em li romana Kela Hawaran mêze bikin wê her ji berperê yekê xweya bibe ku Nivîskarî ev xale berçav girtiye, weke çewan hatina navê zîndanê, êş û janê bi xwere dihîne û mirovî haydarî sixintî û karestanên dûrî sincê (exlaq) mirovahiyê dike wesan destpêk a vê romanê jî mirovî haydarî vê yekê dike û dibêje xwendevano hay ji xwe hebe tu wê ne tiştekî bi kêf û serboriya miroveke tena û bivê tenahiyê li jiyan û dewr û bera mêze dike, na xwe amade bike û vê jana kes nedîtî bixwîne û kevalekî bi jan û hesret di wijadana xwe de bikêşe; destpêk ji hertiştî balkêştir ew jî bi helbestê destpê dike û helbest bi xwe jî wê yekê diyar dike kanê hest çend hatine birîndar kirin û dibêje:
Salên şewatê
Tofanên mezin
Jakavên mirindar
Hêriş birin ser bindestan,
Beyhode.
Ji dîwarek ta dîwerek din
Bajar û şev di xwînê de man
Sûr giryan
Çi deng neda xizmên agirî
Yek axînek jî nekete erdê.
(berper 9).
Piştî mirov vê parçe helbestê di xwîne mirov pê diheje û hestên mirovî siwarên pêlên berbelav dibe bêhina mirovî çik dibe û peyva (beyhode) bala mirovî dikişîne û ev peyve hesret û berxwedanê dike baskên dij hev û bi hev re girêday û her li ser vê şopê lê bi awayek din dibêje:
…
Dilê min dihêşe, mîna ku ez di nav daristaneke tarî û bêkes de mame, wisa bêkes û bê heval, bi tenê me û dixwazim bigrîm bigrîm bigrîm… lê nikarim. Belê ew sal dihên bîra min…
(berper 11).
Bi vî reng ê hosa bijan û keser roman destpê dike û êdî mijar xwe bi xwe dide niyasîn û bê girê bo xwendevanî xweya dibe û rohniya mijarê, xwendevanî na êxe di gerdava mija mijarê de.
KELA HAWARAN Ji kîjan şêweya romanê ye?
Gelek rengên romanan weke xwendevan jî dizanin hene, hema bêje gişt mijarên di jiyana civakî de heyîn dibine mijarên romanê û ew serbestiya nivîsevanî hey di warê romanê de di texlîtên (rengên) din yên wêjevaniyê de nînin û azadiya di warê romanê bi dest nivîsevanan dikeve di warên din yên wêjevaniyê de bi dest nakevin û her eveye bûye sedem ku roman eve pitir e ji 250 salan ser pişka gişt rengên din yê wêjeyiye û jibilî pir mijariya wê û mirov dikare her livîneka civakî, dîrokî, aşopî (xeyalî), zanistî, derûnî (piskolijî), zimanvanî, aşopiya zanistî, kojyarî, fêhêtî diyarbûn û heta dawî… bike mijar û bo nivîsînê bi helbijêre, lê karê sextê (giranê) nivîsînê ewe ku her kes nikare sere deriyê di gel mijaran bike û wê mijarê bike kareke hêja û nemir.
Kela Hawaran bi mijara xweve Belge Dîrokî ye û bi vegêranê anku xwenasandin bi rengekî raportî hatiye nivîsandin û tim axftinker nivîsevan bi xweye. Jiber wê yekê gelek caran mirov hest dike yê raporteka rojnamevanî dixwîne, lê ne bisist û xavî belku bi rengeke tekoz û bi hevre girêdayî û ji mijara xwe derneketiye û heta dawiya romanê bi hostayî serkêşiya mijara romanê kiriye û mirov hest nake ku nav birek dikeve nav tevnê mijara romanê.
Raportî, rêbaza riyalizima şoreşgerî û hildana dirûşmeyan (sloganan) bi hevre girê dane û hîmên romanê li ser ava kiriye. Di gelek cihên romanê de deng bilindiya dirûşmeyan aqarê romanê pir deng dike û ev dirûşme bilind kirin e ne kariye bê tagîriya nivîsevanî nehêle û belku her bi giyaneke bê tagîrî weke pêdvî ew dirûşmeyên zindaniyan di dema germa berxwedanê de bilind dikirin nivîsekarî nivîsîne û daye diyar kirin kanê çewan, wan dirûşmeyan hêz û giyanê berxwedanê di gewdên (cesedên) li bin işkencê bêçere bûyn de di vejanid û bi bawerî li ser doza berxwedanê û karwanê nerdestî bûnê di meşand. Bivê zîrekiyê Nivîskarî kariye xwe ji wêjeya pifdan û xwe pesindanê biparêze.
İşkence û Xweragirî
Bi zimanek gelek sade û xweşik ew işkencên li wan gencan hatîn kirin û berxwedana wan ya merdane tevnê romanê ristiye û mirovî bêhin teng dike û hêrisa mirovî di fûrhe dema mirov vê romanê dixwîne û mêze bikin van hevokên ku dergevanên zîndana Amedê pêşwaziya wan xortên Kurd dike;
Way way , tu li van keçan binihêre, tu li van keçên xama, way way…)
yan
… lawo, tu dizanî ez kîme? Ji min re dibêjin xwînmij!!!
yan
…ew jî tecawizciye ha, baş nas bike..
(berper 23)
bi vî awayî pêşwazî tê kirin û bersiv bo mirovî dibe mereq!
Berjêrkirin û ji rêbirina sincên mirovî karê wan hovan bû û her tiştê li dûrî hizir û sincê mirovî li dijî wan dîlên azadiyê dihat kirin û bersiv… mirovlezê li xwendina wn risteyan dike divê bizane gelo bersiva wan gencan wê çibe? Mirov tengav û bêgav dibe û dema mirov wan rengên lêdanê dixwîne û bi hindê ranawestin û bêjin were li hevalê xwe bide û hevalê xwe işkence bike û beramberî vê sosretê li ser zarê lehengê romanê dibêje: zulim ji pelixandina laş û giyanê me berev bêrûmetkirina kesatiyê hildikişiya jor û êdî rengê zulmê vedigerya bêheysiyetiyeke mezin…
Min xwe berhev kir …. jibilî min bi xwe çi aligirekî min tuneye: ez lê naxim..
(berper 31)
bivê helwestê bersiva wî hovî da û giyanê xwe kire mertal û bergê her nehatiyteke bê perwa girt û pêngava yekê li ser riya xwe ragirtin û berxwedanê bo xwe hilbijart û gelek bi bê minetî li dagîrkeran di qêre û qêraneke gelek bijan û tejî helwesta xwe ragirî dibêje:
… de werin gurên hov, de werin çeqalên daristnên tarî û gurên rojên bêkes… de werin û van kiryarêt kirêt bi min bidin kirin! De werin lawo…
(berper 39)
Gelek dirûst e ku geheştina her qonaxekê pêngava yekem bi hejmare û cihê rêzgirtinê ye û ew kesên dixwazin bigehin kilwa çiyayên bilind divê pêngava yekem ya bê du dilî be û yê rijd be li ser merema xwe û bivî awayî gencên di nav dîwarên Kela Hawaran de bigiyanek gelek pir coşî, Kurdane û berxwedankarî beramberî wê lêhmişta (lehî, fertûne, tofan) berjêrkirin û lêdan û tev rengên işkence kirinê girtin.
Yekgirtin û Hevalbendî û Berxwedan
Dibin lêhmişta wê işkenceya bê wêne de û hewildanên wan hovan bo derz têxistina peywendiyên civakî û hevalbendiyê û di bin wê hovetiyê de di xwestin wan zîndaniyan li hev bikin dujmin û bê baweriyê bixine nav rêzên wan de û ev reng bê sinciye, yek ji giringtirîn çekên li destên dagîrkeran e û tim di pêkola herifandina wan peywendiyan de, di xebat û kêferatê dene û gelek caran û di kgelek kêliyan de jî serkeftin bi destve anîne, lê di zîndana Amedê de?
Dibin wê zora bi lêhmişt de û çik kirina leza her hizrekê û mirov dibe dostê şên xwe, mîna Nivîskar dibêje û evca roj bi çi reng be jî derbaz dibin û dibêje; ( roj êdî dest bi derbazbûnê dikin. Em (hevalên) vê hûcreya agir pêketî li hev (girêdayî ne) (berper 65)… anku di ser wê keser kişandinê û zorê de hevalên hûcreyê li hana (hawara) hev dihên û dile dilî hev didin û giyanê hevaltiyê û peywendiyên dostane diparêzin û yek rîziya xwe beramber wê hovetiyê diparêzin û bi hevre (girêdayî ne). Di wan delîvan de kesên mîna Hesen ku nivîsevanê romanê mîna dayîk salox dike û dibêje;
Hesen pir fedakar e, mîna dayka me ya hemûyan e…
(berper 65). Mirov bi dilovanî bigehite peyîzka daykê, dibe wî mirovî çi dil hebe û çawn kariye di wan rojên giranên bêkesiyê de bikare di bin wê zoradriyê de bimîne mirov û xema hev zîndaniyên xwe bixwe û bibe pal pişta wan mirovên mayî yên ji ber singa dilovaniya daykan hatîn revandin û kesên mîna Hesenî li mirovî peyda bibin û dile dilî mirovî bidin, ew çi reng mirove? Hesen û hevalên Hesenî yên mîna Memet Şener û Selîmê Cizîrî û yên din di ber singa hêza işkence kar bûbûne dîwarên berxwedanê û singrên her renegek radestiyê û bi karên xwe yên pêşengiyê karîn rûmeta dihat şêlû kirin biparêin û bi wê yek rîziyê karîn di nav wan dîwarên Kela Hawaran de radestîbûnê ragirin û eve yekemîn serkeftin a wan lehengan bû, hemberî wê hêza reş û tariya dûrî her sincekê mirovî.
Jibîr birin û bibîr anîn.
Tevnê romanê bi rengek e gelek kovanî (tirajîk) hatiye xemilandin û hestên mirovê xwendevan wesan birîndar dibin ku mirov nikare berdewamiyê bide xwendinê û di gel mijara romanê bimeşe û mirov neçar dibe ku bêhina xwe bide û rondikên çavên xwe bimale û piştî bêhindanê mirov carek din lê vedigere û dixwîne û mirov dixwaze bizane kanê wê çi bi serê wan lehingên berxwedankar bihêt û di kawdanek wisan de ku mirov çaverêy nehata be û dibin nîrê işkencê de û wê jana giran a keftî geh û laşê zîndaniyan û her kes mijûlî kişandina êşa xwe ye û hizir tenê li kêleka tena bûna wê şê di lêgerînê debe û her tiştê din jîbir diçin û belku gelek caran Nivîskarê romanê wesa dide xweya kirin ku ya ji wanve çi cîhanek din ji bilî cîhana dojeha Kela Hawaran yên din gişt derewin. Vê rewşê mijara romanê bihêz kiriye û bûye xala serkeftinê. Çunku bala kirina janê ku birastî her wesa rûdaye û belkî bo mirovekê koncên zîndanê nedîtîîn nahêt pejirandin û bêje eve zêdeçûne û nakeve ber hizra çi mirovekî lê her wekî nivîsevanê romanê di gelek cihan de aniye ziman eve (ne pêdaçûne û belku min xwe gelek caran ji hinek rûdanan dûrxistiye û nexwestiye hertiştî binvêsim). Ji giran bûna işkencê û wê hovetiya bê wêne de rengê jiyana berî zîndanê ji hiş û bîran biriye û her kes bûye ( hevalên eşên xwe) û ev kovandariye daxên gelek bijan li ser wan janan de zêde kirine bûne serbarên janan û tenê mijûlî jankişandinê bibin û nimuna herî diyar a vê hesret kişanê serhatiya apê Bedi e û şehîdbûna wî û kanê çend jana şehîdbûna wî dibe serbara janên hevalên wî
… halê apê Bedi tunebû… pozqijik bi cinan ket û bi darê destê xwe ve dest bi lêdana apê Bedi xist. Piştî çend derbeyan rabanê apê me ket erdê û wisa ma.
(berper 100-101)
Êdî di rewşeke wisan de jibîr çûn riya rastiya (realetiya) xwe digre û jiblî bijanê jiyan kirin derfet tune û helbet merema vê işkencê jî her eve bûye ku jibîr kirin û xwe jibîr kirin bû û paşî bibe pejirandina radestiyê û ev mijara bijan Nivîskarî gelek bi hest kûrî çuye nav mijarê û egerên vê janê dane diyar kirin û paşê di ser wê kovanê re hêdî hêdî weke pêdvî li jibîr nekirinê û li paşxana bîreweriya vegaryaye û di nav wê rewşa bi jan de û li ser kepiyê işkencekarên mîna Pozqijik û Esat û gurên dinên Kela Hawaran li dêmê bîreweriya geryaye û dêma Rinda xwe di nav wê tarîstanê de aniye bîra xwe û li şîretên dayik û babên dil şikestiyên xwe vedgre û kevalekî bêhndana xwendinê ji wê janê cudatir dikêşe û gelek bi jan qal dilke;
… rizgarbûna ji vê dojehê ya jibo min êdî bes di xwenê de bi derfet bû…. lê ew xwin bûn yan jî ez bi çavên vekirî êdî xeyal û xwenên xwe tevî hev dikim, nizanim, lê xewnên gelek xweş bûn, yên jiyandariyê bûn. Min di xwena xwe de dilviyana xwe dîtibû… min Rinda xwe dîtibû û…
(berper 107).
Xewin û viyan dibe hêza bibîr anînê û tevnê jibîr kirinê di çirîne û êdî ev jibîr nebûne dibe dirûşma here zîndî û di pekije nav rûyên dagîrkeran û rista bêhîvitiyê dikeve stoyê wan işkencekaran û bîranîn dibe melhema wê karesatê û piraniya zîndaniyan li rabirdûya xwe ve digerin û hewil didin, stran, çîrok û serhatiyên berê bînine nav dilê vê Kela Hawarên bêdeng kriîn û serhatiya nivîsandina helbestên lehengê romanê û wî xortê Amedî û ezberkirina wî û paristina wan helbestên ku di tejî jan û hêrisa mirovrke li ser riya mirin û tune kirinê, nivîskar dibêje; karkerên dilê min dest bi avakirina şûrheyên vî bajarî dikin…. kela hawaran li ser dilê min de ji nûve ava dibûn..
(berper 147)
Şûrhe, xort û ezberkirin sê sembolên balkêşin û her yek ji wan ramanên ser bixwe û watedarin, şûrhe sembola neradestî bûn û xweragiriyê ye ku şûrhe ava bun êdî kes nikare bi ser givandên pîroziya hebûna mirovî de bihêt û mirov parstî dinîne û tev buha nirxên nirovî di parastrîne û di virde gelek ciwan û bi wate hatiye bi kar anîn. Sembola din Xort yan Genc di vir de Nivîskarî xwestiye vejîniya giyanê Kurdperwerane û berdewamiya xebatê her xort û jîndar bihêle. Ev sembole dibe bersiva wê işkence û destpêka radestbûnê di kesk bûna Xortî de û xwe ragiriya vî Xortî û evîndariya wî bo wan canemergên dibin işkenca dagîrkeran de giyanên xwe kirîn şûrhên berxwedanê û parstina rûmeta Kurd û berxwedanê û herwesa amedyiya vî Xortî bo ezberkirina helbestan û dilgermiya wî bo helbestê du wateyên gelek bi raman dibexşît ew jî ; yek dil di ser her reng işkenc û zorî sixnitiyan de dimîne evîndarê ciwanî û sewdayî yê jiyanê. Ya duyem, parastina û xwedî derketina çand û kulturê digehîne. Hebûna vî Xortê Amedî dibe sedema hêwirbûn û aramiya lehengê romanê û vejîna navên şehîdên berxwedanê û hestên pengiyayî dibe bizot û xetîrên her hilên nav Kela Hawaran û ew marş û sirodên nejadperistan dihên guhertin bi peyvên Kurdî û hevalbendî û berxwedanê û di nav dîwarên Kela Hawaran de lê dibe zimên û dilên lerzokên ji neçarî xwe radestkirîn û hinekî varê kirîn li xwe vedgerin û dihêne govenda berxwedanê û pêkve vê siruda agirîn dixwînin:
Diyarbekir Diyarbekir tu eniya berxwedanî
Egîtên te can fêdakir, hêviya xwe li te danî
Diyarbekir Diyarbekir tu paytexta tev Kurdan
Zulim hebe jî, mirin be jî te bernadim ti caran
…… …… …….
Ew qas hêsan nîne ti car serê xwe ne tewan im
Ew Turan bin ez jî Kurd im qewmê Keyxusrev (w) Keyanim.
…… ….. …….
Diyarbekir Diyarbekir deşt û warê bihiştan
Tu paytexta dilê min î, dilê min her Kurdistan.
(berper 273)
Hejar kirina mijaran
Weke çewan kilîta dergehê mijaran di romanê de giring e û yek ji hîm û şengistên wê tê hejmartin ew qas jî mijar û sere derî kirin di gel mijaran giringe û ji xwe mijar bingeha nşvîsinêye û bêy hebûna mijarê mirov nikare afrandinekê bike. Eger Kak Zeynel nebiba mêhvanê zîndana Amedê û ew berxwedan û berjêrkirin bi çavê xwe ne dîtiba bawer nakem karîba berhemeke mîna Kela Hawaran nîsîba û wesa ew rewş şirove bikira û kevalekê rasteqîne bo me bikêşêt û me hevparî janên wan kişandîn kiriban. Helbet her kes dikare li ser mijarên zîndan bigre û li gorî agehiyên heyîn berhemeke wêjeyî binvîse lê bivê helçun û vejîniyê nikare binvêse û bikeribe bandoreke mîna Kela Hawaran li ser xwendevanî bihêle û rastgoyiya nivîsevanî gelek ya balkêşe û hewcey çi mînakan nîne.
Lê dema mirov romanê dixwîne mirov her zû hest bihindê dike ku hejariyek di mijaran de heye û ev yek li gor dîtina min bûye xala sista tevnê romanê û nûke ezê vê yekê bidim xweya kirin.
Kesên jiyana xwe di romanê berdwam dikin ji gişt çîn û texên civaka Kurd in û gişt li ser dozekê hatine girtin û bêy xwesteka xwe hatine cem hev, gerçî mijara tevan bi hevre girê dide yeke, ew jî doza Kurdayetiyê ye. Nivîsevanê romanê nehatiye evê cudahiye şirove bike û mijarê pê dewlemend bike. Her ev cudahiyene bûne sedema danpênandinê (îtîrafkariyê) û radestî işkencekaran bûnê û ew kesên bûyn e nêçîra wan zordaran gelek berjêr kirine û di hinek cihan de gehiştiye wê astê ku şûrên dijwar bêje wan, (wî kesê bê xîret, bi îtrafatên xe… berper 59) û gelek dûjenên bivî rengî. Weke dihêt zanîn şiyanên mirovan û cudahiyên hizirî û xwe ragirtin di demên teng de ji mirovekî bo yekî din nemîna heve û cihêne û eger kesekî xwe li ber wê işkencê negirtibe û ji neçarî û bêdestiya xwe hinek danpênan (îtaraf) kiribin, divê mirov wê yekê li ber çav bigre û rewşa wî kesî tê bigehe û li dema pêdevî lê bibore û wî hembêz bike û da ji wê rîpa daketî xwe rizgar bike û bihête ve ser riya rast û gelek nimone her nivîsevanî bi xwe anîne ziman û di cihekî de dibêje:
ez îtarafê paşve dikşînim….
(berper 167)
anku dema hizir kirinê bihêt ew kes vedigerin û ne hêjaye mirovekî işkence dîtî û dizane kanê ew işkece çend a giran e û dûrî şiyana miroviye û herdema mirov dibin wê hovetiyê de bihilingivt divê nekeve ber şêlka dojen û fêhêt kirinê.
Ziman di Kela Hawarn de
Me li jor gotibû ku NivîskarZeyenel Abidîn xwe nêzîkî gişt diyalektên Kurdî kiriye û xezînka peyvên wî dewlemend bûye û bi zanebûn pêngavên xwe nizîk kirina gişt devokên Kurdî kiriye, lê cihê daxêye di ser vê hewildana pîroz de xwe ji peyvên Erebî û Farisî dûr nekirye û roman miştaxa gelek peyvên giranên Erebiye û li şûna wan peyvan me peyvên Kurdî hene û gelek fere em xwe ji peyvên biyanî bidine dûr û nexasime eger me li şûna wan peyvên xomalî hebin û giring nîne ew peyv ji kîjan dîlekta Kurdîbin û dîsa eger me nebû asayiye ku mirov peyvên biyanî bikar bihîne û bi kêmanî nahêt hejmartin belku zimanê mirovî pê dewlemendtir dibe û çi zimanên paraw û bijartî ji peyvên biyanî tunene, lê bikar anîn divê bi qedare be, nek her peyva kete ser zarê mirovî, mirov bikar bihîne û hîngê mirov zimanê wêjeyî dûr dibe û nêzîkî zimanê kolanê dibe çunku tenê di zimanê koalnê de mirov hevsarê peyvan ber dide û çi kete ser zarê mirovî mirov dibêje lê zimanê nivîsînê gereke yê hilbijartî û pakij be ji peyvên biyanî û yên mirovên asayî bi kar dihînin.
Di ser wan rexneyên me re Kela Hawaran ji romanên nexriya wêjeya zîndanê ye di wêjeya Kurdî de û kariye lapereke pir bijanê dîroka berxwedanê tomar bike û ew valehiya di pırtûkxana Kurdî de hey pir bike û hîvî xwazîn gelek berhemên hosa buha giran rêya pırtûkxana Kurdî bigrin û berperên veşartî ji xebata wan qehremanên bi xwîna xwe çirayê berxwedanê geş kirîn û rûmeta pîroza Kurdî parstîn û tîtal û sincên Kurdewarî parastîn.
Her di serfiraz û şad bimînin.
Mihemed Çelkî
03. 03. 2010
Jêder: Kurdistan News Net