Erîşa li dijî Rojtv û saziyên Kurdistaniyan

März 6, 2010 ANP, Arsiv

rojtvÎro, sere sibehê polîsên Belçîkayê êrîş bir ser Rojtv, MMC, Radyoya Mezopotamya, û cihê Kongreya Netewa Kurdistanê. Di encama êrîşa wan de hejmarek siyasetvanê navdar ku di nav wan de birêz Remzî Kartal û Zubeyir Aydar jî hene û li Bakurê Kurdistanê xebatên polîtîk kirine, hatine girtin. Li gorî zaniyariya gihiştiye navenda me, ji xebatkar û mêvanên Rojtv 15 kesên jî din di nava girtiyan de hene. Êrîşa polîsan bi firehî li dijî 25 komele û navendên ragihandinê yên Kurda li bajarên Bruksel, Anvers, Charleroi, Namur, Vervier û Denderleeuw ê pêk hatine û dezgehên Kurda xesar dîtine.

Em weke dezgeha CHAK ê êrîşa li dijî dezgehên Kurda û girtina rojnamevan, mêvanê televîzyonê û niwênerên Kurda li Belçîkayê, mehkûm dikin. Em êrîşa li dijî azadiya sîyasetkirinê, di heman demê de li dijî Gelê Kurd dibînin.

Em daxwaz dikin ku, bê şert û merc kesên hatine girtin, bêne berdan. Sînordanîna li ser media û ragihandinê bi dawî were. Divê lêborîn ji Gelê Kurd bê xwestin.

Kurdocide Watch- CHAK

Komîta Karger ya Navendî

Tags:

Cîhê Sîrove girtîye.